le řûta

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  298 Dîtin
ewey bedkarîy nîşan da le řûta
keçî wek seg hemû dem dê be dûta
kesê napakî binwênê legeł to
be berqî asman xozge esûta
geşî û xoşî le kułim û lêwî todan
řeşîy bextim ebînim wa le mûta..
be wêney to nîye yar û nîgarê
nîye çewtî le řeftar û le xûta ‎
le ême nîte řexne bêgumanim
ke serman wa le řêgey arezûta