lew zubanî hejarêkewe

be min çî
Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  322 Dîtin
ke min hîçim nebê gewher be min çî
duř û yaqut û sîm û zeř be min çî
ke min destim negate paruwe nanêk
kebabî çewrî goştî meř be min çî
ke min bergim pełas û çîtî şiř bê
qumaşî başî «mancister» be min çî
ke min bê ḧał û mał û lanewazim
telar û koşkî şêx ḧeyder be min çî
ke min çawim nebê dinya bibînim
şu’a’î mang we ya exter be min çî
ke min bêbeş leşîrînîy jyan bim
dirextî berzî xawenber be min çî
ke min gyanim le dengî mel bilerzê
neřřey piř samî şêrî neř bemin çî
ke min damawî gêjawî beła bim
bizey lêwî perîpeyker be min çî
ke hoş û bîr û jîrîy tya nemabê
be kełkî çî dê kasey ser be min çî
ke em gerdûne karxaney řya bê
qisey şîrîn û xoş û teř be min çî
ke min bimirim we ya nemirim be to çî
ke toş mabî û nemabî her be min çî