sadatî berzence

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 7 Xulek  1043 Dîtin

berzence dêyeke kewtote şerqî şarî silêmanîCih we em dêye be sadat nawbangî kirduwe, bapîre gewrey em sadate şîx ’îsay nûr bexişKese ke kuřî baba’elîKes hemedane em baba’elîye le dewrey ’ibasyekana řoyştuwe bo hemedanCih le sałî 656y hîcrîda ke sełtenetî ’ebasî be dest meẍûl têk çû şêx ’îsa û şêx mûsa ke herdûkyan biran řûyan kirde ’êraq û berzenceyan awedan kirdewe, şêx mûsa ke bira gewre buwe hîç minałî nebuwe bełam şêx ’îsa maşa’ełła hênde ewladî lê kewtotewe le jimare nayen. sadatî berzence êste le hemû parçeyek le xakî îslamda heye û bûn be çend berebab wekû berzenceyî, nodêyî, dol pemûyî, teranewenî, gilezerdeyî yanî lem kitêbeda naguncê bere babekan be tewawî binûsim bełam le sirwey berbeyana betewawî eyan nûsim.

pyawe berzekanî berzence
1) şêx me’rûf nodêyî

şêx me’rûf nodêyî ke ’alim buwe û ’elamey zemanî xoy buwe yanî em şêx me’řûfe le hemû ’îlmêkda tesnîfatî heye şitêk ke min bizanim şest ciłd kitêbî nayab nayab û benirxî tesnîf kirduwe. em şêx me’rûfe le ewladey şêx miḧemedî nodî be tesadif dewrî ḧukmidarî babanekanî kirduwe, mîrî qeła çwalan ke padşay baban buwe neyhêştuwe şêx me’řûf le nodî danîşê birdûye bo mudřisî qeła çwalan. le qeła çwalanewe legel babanekan û danîştiwanî qeła çwalan gwêzawyanetewe bo deştî mełkendî û mełkendyan kirduwe be şar nawyan nawe silêmanî û çonyetî ew gwêzaneweye le kitêbî çwar baxî pênciwêna be zimanî girdî seywanewe nûsîwme îtir pêwîst be dûbare nakat.

2) ḧacî kak eḧmed

ḧacî kak eḧmed kuřî şêx me’rûfî musenîfe le şarî silêmanî le dayk buwe em ḧacî kak eḧmede zor xwa perest û ’alem buwe yanî etwanim biłêm le dyaneta le xakî îslamda hawtay nebuwe û le naw xakî kurdewarîda hênde be pak û xawên temaşa kirawe her kaẍezêk kak eḧmed nusîbêtî merdom hełyan girtuwe le batî du’a û nuşte. ełên ḧacî kak eḧmed du’ay gulebendî nûsîwe ew du’aye be her kesêk bûbê gule karî lê nekirduwe min be çaw nemdîwe bełam ełên le kurdewarîda zor car du’ay kak eḧmedyan kirduwete mil ḧeywan û tifengyan pêwe nawe ew tifenge ew ḧeywaney nebřîwe. ḧacî kak eḧmed her wek ’alem buwe êrşadêtî kirduwe hemîşe têkoşawe bo îslaḧî millet zorcar buwe ke ḧacî kak eḧmed çuwe bo baneCih bo merîwanCih bo labirdinî zołim le ser hejarêk. yanî egêřnewe ke carêk kabrayekî baneyî řenicberêkî ebê řenicbereke ḧez le kiç aẍakey ekat aẍakey kiçekey pê nadat kabray řenicber hawar dênê bo kak eḧmed emîş eçêt bo bana bo tikakirdin û ew kiçe be parey xoy egwêzêtewe bo kabray řenicber. ḧacî kak eḧmed jyanî xoy le řêgey îslaḧatî dîn û dunya serf kirduwe û çwar řub’eyekî şer’î danawe bo luẍetî farsî bo eme ke her musłimanêk hêzî be ’eřebî naşkê be farsî tewaw hełsan û danîştinî dînê şareza bibêt we ew kitêbey nawnawe mektûbNava taybet. etwanim biłêm ew îstifadey dînîyeke le mektûb kirawe le kem kitêbe şer’yekan kirabê eger be luẍetî kurdî bwaye zortir sudî lê wer’egîra.

3) şêx meḧmûd

şêx meḧmûd kuřî ḧacî şêx se’îd kuřezay kak eḧmede em şêx miḧmûde her le minałyewe xoy daye esp û tifeng û sware pêkewenan zor car şeřî ’eşayerî kirduwe û le zor cenga ser kewtû, we heta paş cengî gewrey yekem katê ke ḧikûmetî berîtanya hate ’êraqewe dû ta sê def’e be nawî îstiqlalî kurdistanewe teşkîlatî kurdistanî kird bełam têkîşî edayewe lem kitêbeda naguncê be dirêjî basî şêx meḧmûd binûsim çûnkû em şêx meḧmûde nizîkey pazdesał be kej û kêwewe řay bward û hemîşe le gel hêzî ḧikûmetî ’êraqa cengî ekird û dûcar le teref bêgane û le ser dawa kirdinî azadî bendî û dîlî kêşawe û de sał xane şarî buwe, le sirwey berbeyana be dirêjî basî ekirêt, le řojî le dayk bûnyewe heta êsteke mawe û le dêy darî kelîCih le nawçeyî bazyanCih tabi’ naḧyey tenał danîştuwe.

4) şêx tehay berzence

şêx tehay berzence: şêx teha ’almêk buwe ke hemû kurdewarîda nasraw bû ḧeta şoretî ’îlmî şêx teha geyştuwete paytextî ’usmanyekan ke şarî estenbûłCih buwe le lay serokî ’usmanyewe nûsrawey bo hatuwe û bang kirawe bo estenbûl we kirawe be mamostay padşazadekan.

5) babařesûł gewre

babe řesûł û şêx ’elî kuse û şêx ḧesen gazerde wişêx miḧemed ewanewen le ewladî nûr bexiş bas kirawin û em zatane şayanî nûsînin le mêjûda le sirwey ber beyana xoyan û ewladyan bas kirawun hêşta çap nekirawe inşa’ełła exrêne pêş çaw

6) şêxanî êrşad

şêxanî êrşad çe qadrî û çe neqşî be řûnakî nûsrawin le çapkirdinî sirwey ber beyana pêşkeşî ekirêt.

...........

katêk ke ḧikûmetî ’êraq be diłsuzyekey xoy emrî mikafḧey temamî da le kurdistanda beřê kewt min kiram be mu’elmî mikafḧe le dêy «sîtekdaCih» bełam le katêkî zor teng û çełemeda bû çûnke sał direng bû ḧikûmet pêy ne’ekira be çakî temaşay em mektebane bikat, û keresey xwêndinyan be tewawî pê bidat: wekû çira û sobe û newt : bo mektebî şew we kitêb û defter û qełem bo mektebî řoj bełam «tełaxanKes» hîmetêkî zorî kird û hemû keresey xwêndewarî be parey xoy bo mektebî şewřoz kiřî, ye’nî ger be corêk bwaye berg û xurakîş ekřî bo beçke hejarekan.

ca kewabû pêş kewtinî mektebî sîtek beser baqî mektebekanî haw zemanî xoyda zortir be hîmetî teła xanmî ezanim.

we hîwaman waye em kirdewe cwaney «tełaxan» bibêt be hanehane bo hemû xanme dewłemendekanî tir ta kû ewanîş řê û şwênî ew bigirin û her yekeyan le layekewe yaryey řołe hejarekanî nîştimanekeyan biden.