merîwan

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 5 Xulek  1259 Dîtin

merîwan parçeyekî biçûke le ẍerbî êranCih û şerqî ’êraqCih le sinûrî herdûla waqi’ buwe. merîwan, le şerqewe kelî arêz ke 3 firsexî şarî sineye le ẍerbewe kelî tarîder le cinûbewe çemî řezawî hewraman le şimalewe dûpluskan pişt dêy seywan dewre dirawe. merîwan beş kirawe be dû beşewe beşêkî daxłî erazî ’eraqe û beşêkî daxlî êrane beşekey êran be des çwar hozewe buwe dû hozyan sadat û dû hozyan begzade bûn. 1- kablî ke kabil kuřî şêx ’ebdulkerîm kuřezay şêx ’îsay nurbexşî berzenceye em kablî merîwane bapîre gewrey qani’Nasnava edebî mu’elf em kitêbeye û em kablîyane le ẍerbî merîwana danîştûn. dêhatî em hozî kable ’ibaret buwe le dêy başmaxîCih ḧidûd heta dêy dergaşêxan ke beynî hewraman û merîwane 2- hoze sadatekey tir konepoşîn em konepoşîyaney êran le şerqî merîwan danîştûn. dêhatî konepoşîCih ’îbaret buwe le pişt řêy kelî gařan û dołî tenûre ta dêtewe qełay merîwan be destyanewe buwe. em dû hoze begzadeye yek xanebegî ke le cinûbî merîwane we danîştûn, dêhatî em hoze ’îbaret buwe le dêy şêxe kwêre heta pirdî gařan û berew řoj’awa, heta dêy derzyan. dû mîran begî ke le şimałî merîwana danîştûn ’îbarete le dêy derewaran heta ḧidûdî ’êraq. bełam lem dewrey dwayîda sê bira le naw derbend kirmaşanewe hatûn bo ketîre kendin le merîwan em sê biraye nawyan kelb ’elîKes, sîr’elîKes, ḧisên qulîKes û şê’e mezheb bûn sîr’elî be nexoşî janezk le dêy meydaneke êste pêy ełên mîr’awaCih mird û ḧisên qulî geřayewe bo naw derbend kirmaşan. kelb ’elî bû be řenicber kwêxa şerîf naw le dêy kune sûçeřê merîwan ke êste pê ełên sawcî, dił çû le zerîf kiç kwêxa şerîf em dił lê çûne bû be hoy manewey kelb ’elî le kunesûçeř naçar bû destî le mezhebî şê’e hełgirt û sunîgerîşî nekird kwêxa şerîf kiçekey pê neda heta necef qulî xanî becarê be emrî padşay êran be de fewc serbazewe nêrra bo ḧidûd, bo asayşî danîştuwanî merîwan çunkû çawkirawe nebûn we serbazyan nedîbû. serbazekan ke be farsî wişeyan ewt û cilî serbazyan leber û kiławî řesmîyan leser bû merîwanî zor lêyan etirsan û pêyan ewtin papax beser wek qaz eqařênin, danîştiwanî merîwan le tirsî serbaz merîwanyan çol kird hemû be małewe řayan kird bo şaxekanî hewraman kelb ’elî ke lewe pêş le kirmaşanCih serbazî dîbû we zimanî farsî ezanî destî kird be hatûçoy naw leşkerewe eřoyşit le hewarekan mirîşk û mast û hêlkey ehêna le naw leşkerda be qazanc eyfiroşt ta řojê kewte pêş çaw necef qulî xan, fermandar necef qulî xan kaẍezêkî diłxoşî nûsî bo hemû danîştiwanî merîwan ke bênewe ser dêhatî xoyan kaẍezekey da be kelb ’elî ke bîbat bo danîştiwanî merîwan le şaxekan hewramanda. kelb ’elî kaẍezî fermandarî bird geřa be naw hemû şaxekana danîştiwan merîwan le werama nûsyan bo necef qulî xan ême be corêk dêynewe serbaz hatuçoy nawman nekat û her îşê bû kelb ’elî bêt pêman biłêt necef qulî xan em peymaney lê qebûł kirdin ehalî hatnewe cêge û şwênî xoyan danîştin destyan kird be kasbî em ca her îşê bibwaye kelb ’elî eçû cê becêy ekird ya ehalî her karêkî bibwaye kelb ’elî eçû le ḧikûmetda cê be cêy ekird. be hoy em hatuçoyewe kelb ’elî kira be gizîrî hemû merîwan ke ewsa be gizîr ewtira subaş. be hoy em subaşyew kwêxa şerîfî kone sûçer kiçekey pê da lem kiçe dû kuřî bû yekî be naw birakey xoyewe nawna ḧisên qulîKes ew kuřekey tirî nawna eskenderKes em eskendere le dwayda le naw bira û birazakanya meşhûr bû be «ax piław», çunkû le katî nexoşîn û mirdinya her witûye ax piław, piławîşî nebuwe bixiwat heta mirduwe.

le ax piław dû kuř becê mawe yek fetḧi’elî begKes, dû ḧeyder begKes lem dû pyawe êste nizîkey heşta mał begzade le merîwandaye ke her berebere zor bûn û dêhatekanyan le des çwar hoze merîwanye konekan derhênawe. êste ew çwar hoze esłîye hendêkyan le cêy xoyana bebê miłk mawun û hendêkyan derbederin.