bane

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1290 Dîtin

bane naw pyawêke ke fermanřewa buwe beser ew parçeyeda baneCih beş kirawe be sê parçe: 1) qełay be řojekon, 2) pişt ardibeba, 3) nawçey şîwekeł ke êste le ser sinûrî ’êraqCihe. begzadey bane pêyan witûn îxtyar dînî çûnku ke pêẍemer hate dinyawe. be îxtyarî xoyan be bê ceng û kuştar begzadey bane dînî pakî îslamyan qebûł kird ca bew hoyewe pêyan ełên îxtyarî dînî yanî le hewełî zemanî se’adetewe aẍayî û serokî ew parçeyane be desteweye. bapîre gewrey begzadey bane nawî silêman begKes buwe pyawêkî zor parêzgar û xûřewişt çak buwe û zor ḧezî kirduwe le asayşî millet û zor musłimanîş buwe be corê xoy parastuwe le zułim û xirape be arezûy xoy destî le fermanderî û serokî bane hełgirtuwe û yek kiçî buwe kiçekey dawe be budaq begKes kuřî mîrza xan begî biray. em birazay xoye kirduwe be fermander lebatî xoyî û xoy dû car çuwe bo ḧec le carî dûhema le medîney munewwere wefatî kirduwe êste silêman beg gořî le medîneye bełam gořistanê heye le qerax şarî bane pêy ełên gořî silêman beg ew nezergay silêman bege. silêman begî dûhem ke meşhûre be silêman beg keçeł kuřezay mîrzaxan beg û kiçezay silêman begî gewreye em silêman begî dûheme bapîrî hemû begzadî baneye. begzadey bane şeş ḧewt bere babin: 1) baram begî ke serokî em bere babe êste ḧemeřeşîd xane, 2) yons xanî, 3) lifte begî, 4) ’ebde begî, 5) wesman begî, 6) ḧisên begî. begzadey bane çûnkû zorin, lem kitêbeda naguncê hemûyan û kirdeweyan binûsîyn bełam le sirwey berbeyan mêjûy kurdan be dirêjî nûsrawin.