kełûř

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  841 Dîtin

kełûř hoz û bereyekî aza û lêhatûn le hemû dewreyekda pyawî berzyan buwe yekê lew pyawane dawud xanî kełûřKese, yanî ew bexşîn û azayî û lêbûrdine ke dawud xan bûyetî eger zanînî legeł waye eytiwanî zor şitî gewre bikat. dawud xan cengî zor kirduwe legeł bêganekana û le hemû cengêkda serkewtuwe, we hemû cengêkî bwêjekanî nawçey xoy kirdûyane be beyt û hełbest û goranî. ełên kelûř be dû beş naw ebrêt : kelûřî gewre û kelûřî biçûk: kelûrî gewre le heywan sarî da’enîşin, kelûřî biçûk biławin hendêkyan kewtûne tenîşt tîlekuCih û seqizCih, hendê swałker le şarezûrCih da’enîşin û swał eken pêyan ełên kelûř. em wişeye zor ẍełete çunku ew swałkerane leberî kwêxa dadê xełkî dêy qinceCihn ke pênc firsex dûre le nawçey heywan saryewe. kwêxa dadê ke le daniştiwanî nizîkî hewan sarye wîstî berberekanî bikat legeł kelûřda leşkerêkî le hoz û berey xoy we yarmetîderî pêkewena legeł kelûř be ceng hatin lew cengeda hozî kwêxa dadî şikan we tałan û derbeder kiran û be kurdistana biław bûnewe û bo swałkirdin, çen małêkyan kewte şarezûr naw xoyan na kelûř bo eme be berzî hozî kelûřewe bijîn ege na em swałkerane lûř nîn û derkirawî destî kelûřn. begzadey kelûř be řegez eçnewe ser ferhadKes, be diro ełên ferhad berditaş buwe û ’aşiq şîrînKes buwe çûnke şîrîn jinî xesrewî perwîzKes buwe le medayn û ferhad le heywan sarî çî be ser çîyewew em çîrokî şîrîn û ferhade zor diroye, şîrîn kiç ewanîz, xelqî dêy herminCihe le qezay şarbajêr beramber be merkizî çwarta. ewanîz bawkî şîrîn kwêxay dêy nawbiraw bû şîrîn zor cwan û pêkewtû bû. řojê şîrîn le kanî pał dêyeke meley ekird xesrewî perwîz ke yekêkye le padşayanî sasanî û paytextyan le kurdistana buwe bo řawe kerwêşk egeřêt û řêy ekewête dêy hermin le ’eynî kata şîrîn ekewête pêş çawî û mirxî lêy ecûłêt marey ekat we hozî padşayanî sasanî zor le mêjûnasekan be kurdyan ejmêrin û eme zor delêlêkî be hêze ke paytext û cêge destîyan le kurdistana zore çûn ’eqił řîge edat kuřî le heywan sarî û kiçî le hermin be bê fiřoke û otomubîl çon emane geyştûn be yek.