bo zanîn

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  852 Dîtin

bo hemû xwêndeware xoşewîstekanim îme ke pêman ełên netewey kurd hêşta le pileyekda westawîn nanwařîn bo witar ke çî tya witrawe, eřwanîn bo witareke kê witûye, eger xawen witareke payey komełayetî berz bê, ca be hoy miłk û parewe ya be hoy kursî û wezîfewe, ewa witarekeşî be berz dête pêş çaw biłêm çî ke min le xêzanêkî cutyarî hejarim ew dû hoye ke witra hîç kamyanim nîye dyare witarekanim be çawêkî nizim temaşa ekirên, bełam le paş çen sałî tir îme ke netewey kurdîn lew pileyeda ke tya westawîn namênînewe, kewa diřaweke û kewşe çakekanî minîş le pêş çaw namênêt heta bibê be hoy nizmî witarekanim wekû ’erzim kirdin ême eçîne pileyek ke nenwařîn bo xawenî witar her temaşay çak û xirapî witar ekeyn û minîş namênim û kes le bîrî nayet ke aya hejar bûm yan paredar ca leber ewe, be pêy zanînî xom ewey be tewawî bom řûn botewe eynûsim we pêşkeş be lawanî êstay wiłatî ekem îtir her bijî kurd û kurdistan.