metełî ḧewt pît zengîy kiławsewz

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  420 Dîtin
metełî ḧewt pît zengîy kiławsewz
aw naxwa berpêy ta neken be ḧewz
mil hełwasrawî bin liqî berze
paş î’dam pênc, çwar, sê û ḧewtî ferze
yek, dûy toz eka, yek, dû, çwar lay jûr
çwar û pênc, sê û yek serokêkî dûr
emîş her berî řencî cûtyare
kê eyka û kêy tir boy exwa? dyare!