meteł şwênezay şa’îrêke zil

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  431 Dîtin
meteł şwênezay şa’îrêke zil
şa’îr xoy giłî naw eba be kil
le ḧewt pît pêk dê û dûy dûbareye
hemû qonaẍêk dûr lem şareye
leyek ta syanî wek pênce ta ḧewt
çwarem serzilî xawen kilkî çewt
pîtî yekem û dûhem û ḧewtem
kutanî baw bû bełam êsta kem
pênc û dwan û çwar zułfî nazdare
syan û dwan û şeş le dûr dyare
wełam hełbênî der’exey jîrî
meteł zanêkî behoş û bîrî