le xewma

xatû şeytan le xewa
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1644 Dîtin
emşew ke bextim hate ser, şîrîn cemałê wek qemer
fincanî mem, qed neyşeker, pirsî le wez’î min xeber
hat zû be zû kirdî selam, bała nemamî xoş kelam
witim, ’eleykum û selam, ey dulberî şîrîn syer
ḧorît we ya cin û perî? serwî we ya neyşekerî
hênde ezanim dilberî! bała be çeşnî lîlupeř
to, sosenî ya desteguł? ya darî mêxek û simił?
řêget ẍełet kird? ya be dił, hatîte lay dêwane ser?
çakî çilonî gyanekem? şewqî diłî buryanekem
baxî guł û řêḧanekem, çon bû ke hatîte semer?
fermûy: ẍerîbî dił be xem, bê mał û miłk û bê direm
ger bême ser barî kerem, bê ferqe xak we ya guher
hełsam, le bo îkiramî ew, bo afetî în’amî ew
minîş kirdim selamî ew, řwanîm le pêy ta tewqî ser
diłim be tirs û şermewe, derûn be ahî germewe
çawim le tewqî sermewe, pêm na le îşî piř xeter
ke destim xiste ser milî, gûşîm dû la řanî şilî
gestim dû çawî piř kilî, wext bû ke řoḧim bête der
be nazewe lêm hate deng, meke û laço lêm kewte ceng
řwanîm ke ew gořa le řeng, wek padşahî tacwer
fermûy: de la, ey bê ḧeya, ne şêxî şêx bî ya mela
ne zahdî, ne eşqya, ne şa’îrêkî piř huner
ne řendî, ne qelenderî, ne farsî, ne berberî
kurdêkî piř derdî serî, bê qîmetî wek tûrî teř
kone feqêy małangeřî, lar û dirêj û bê feřî
key hawdemî sewłî teřî? hoşt le kwêye bê xeber?
witim: xanim le řêy xwa, řeḧmê bifermû bo geda
to padşa min bê newa, besye îtir naz û keder
zanî ke min şêtî ewm, danîşt le ser cêgey şewm
ḧeramî kird xurd û xewm, min şem’ û ew çeşnî fener
damkend şewałî gułzeřî, derkewt surînî meřmeřî
zahîr bû xezney piř duřî, hey hey! çi gencê kewte der?
hestaye pê ḧeytey zelam, lew meqsedey kirdî selam
têkeł be yektir bûn temam, wek xencer û kalanî zeř
ew kwêre marey seg deme, hênde le xoy xatir ceme
etut be morî meḧkeme, boy nûsrawe bê şoř û şeř
wek gurzî destî lendehûr, tawê le der, tawê le jûr
diřî perdey gułbaxî sûr, kirdî be şîwen û çemer
katê ke hestam lem xewe, řwanîm ke hêşta her şewe
kirdim le boy şîn û kewe, quřim pêwa ta tewqî ser
qani’Nasnava edebî to tenya û piř xemî, bê ’eşret û bê hawdemî
sed ka zyad bê her kemî, kota ke basî bê semer