wêney metełim le no pît pêkhat

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  470 Dîtin
wêney metełim le no pît pêkhat
şî’rî çote naw goranîy wiłat
nexwêndewar bû, bełam dastanî
xwêndewaranîş nirxyan ezanî
le yek takû sê le řwaw derdê
le yek heta çwar serî pê eşkê
le şeş takû heşt pêncîşî leser
çil ziman eda le zułfî dulber
syan û dû legeł şeş û pênc, yek, ḧewt
lem şarey êmey biřîwe sirewt
meteł hełbênî û bizanî kêye
nawit be zîrek danên becêye