ewendey çingê lokey nerim û şil

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  508 Dîtin
ewendey çingê lokey nerim û şil
be naw asmanî şîna eda xul
mûrûley çawî piř le nîgay nerim
egêřê bo cêy hêlaneyek germ!
bo cêyek aram, asayş, şadî,
sêber bin tyaya bo ser azadî!
lewê be dû pêy sûrî wek şîlan
sewzayîy çîmen bişêlê cwan cwan
aqîqî denûk berê bo çîne:
bê tirs, bê duşmin, bê řiq û kîne!
em mele cwaney le şeř bêzare
herkes bînasê zîreke, dyare