feqê teyran

lew giřanewe sard nabnewe
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  874 Dîtin
bes bigrî û xem bixo, ey feqê teyran!
hejaran řojê dê hełsine ser pê
legeł xak yeksan ken koşkî zordaran
xwên mijîn nemênê û aẍa towbiř bê...
***
ta dinya bimênê tyaya şa û xûnkar
le singima agirî tołe kiz nabê
serî min nanewê bo aẍa û zordar
cařderî azadî la nada le řê!
***
ta řojê mijdey dê beharêkî xoş
ebê çexmaxe bat birûskey witem
nabřê le zarim, nîştiman, xiroş
ta aẍay miftexor le qîře nexem!
***
natirsim le zincîr, le kot, le lêdan
le zîndanî tarîk, qefezî asin...
le diłma giřêke hestî nîştiman
natwanê kizî kat tenanet mirdin!
***
emewê pêş ewey bimnêne naw gił
temûrey ’eşqî pak bo gelim lêdem
paş xoyşim bête dî xoşe xozgey dił
azadî bibête bestey hemû dem!