pişîlekem

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  676 Dîtin
myaw myaw! myaw myaw! wird wird řake
pişe xirpiney dem û lût pake!
kiluwe awrîşmî gyandarim
çaw pîroze, kilk kułemarim!
řake, řake, were baweşim
la mil hełsû têr le leşim!
kilkî tîskin lûl ke û řep ke
nermey destim gałteqep ke
nînokî tîj derpeřêne
qey naka! biřne, bidřêne:
dest û dem û çaw û cilim
pişe, herdû dest bikere milim!
mûy simêłî şaş, lûtî sûr
bigre bo maç maçênî dûr!
ke manû bûy le dest bazî
pişe, řahatûy koşî nazî
xot pepke de le ser řanim,
be pirxe pirx, pişekey cwanim
lêk nê çawî meylew şînit;
wirde cûłe xewbînînit,
egerçî řam’eçłekênê,
bełam nexte nexte dênê
pirxe pirxî yek ahengit
şêwey kiş û mat û mengit
bo çawî minîş wenewzêk,
çaw lêk enêm minîş tozêk