encamî yaran

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 4 Xulek  976 Dîtin
şwên: serçaweyek le bin sêberî komełe dirextêka, le dêyekî binar şax. pilûskêkî darîn le kełeke berdêkî berzewe awêkî zorî lê dête xwar.
birzû:
ey dayey serkanîy jêr sûre çinar!
dapîrey nûranî!
kwa feřî em katey em cêgayey par?
kwa şewqî caranî?
wenewş:
kuřî xom, řêbwarî cwan û herzekar!
cyawazîy çît dîwe
le kanî û pilûskî jêr sêberî dar,
ke zîxî, mirwarî û awî wek zîwe?
birzû:
daye! aw ew awe, cêge ew cêye
hîç negořawe,
bełam sûregułêk heye lem dêye
menîcî nawe,
nabînim wekû par le ber pilûska
aw bida be kułmî nerim û naska!
wenewş:
ey cwanî ser řêga! zor hengî birsî
be bał hat le dûr
lay daye em şwêne û em pirsey pirsî
derḧeq gułî sûr!
pêm nałêy çi karey? řołem, çi kesî?
ser sewday çî kewtûy, menîc epirsî?
birzû:
daye! par çete bûm, çetey nîştiman
le şax hatme xwar
leser em pilûske menîcî çawciwan
tûş bûm yekemcar
bom řwanî... boy řwanîm be dû çawî řeş
serkułmî ałtir kird zerdexeney geş!
wenewş [leber xoyewe]:
řûxoşî û şerim û naz têkeł pêşandan
her şyawî xote ey menîcî cwan!
birzû [leser goranîy xoy eřwa]:
bew diłekutêwe ke çûme pêştir,
daway awim kird
boy řwanîm be nîgay řîşey diłkêştir
destî bo cam bird
bînim na be camî «enahîta»we,
(xwajnî nazdarî kanî û serçawe)
awim xward, sirincim da le baskî řût;
pûzî hełkiraw
leser wirde zîxî mirwarî û zimřût
wek meřmeř taşraw
řwanîme bałay řêk, ser û pêçî şil
egrîcey wek şewey ser befrî lamil.
wenewş [leber xoyewe]:
şîrîne sertapay endamî menîc
şîrîntir: řewişt û xû û famî menîc!
birzû:
leser tewawkirdinî goranîy xoy eřwa
be qisey lerzokî le gerû gîraw
le gełî dwam
lawanmî be dem û lebzî wek şekiraw
pirsyar û wełam -
geyşte: nawnîşan, naw, dost, dezgîran
ta destiman bo yektir naye ser qur’an:
ke herga pêwîstî nîştimanim dî,
le çek berdiram
małî zor hełgirim, bême xwazbênîy
guł ẍunçey hîwam!
wa êsta çîm hebû kirdûme be next
wek ’ewdał kewtûme şwên tirûskey bext
wenewş:
ey řołey lawçakim, çetey nîştiman!
daxî giranim!
zimanim naçerxê be qisey řewan
ewey eyzanim -
lebarey menîc û estêrey bextî,
bo toy bigêřmewe be sardî û sextî!
birzû:
hey dapîr! dexîlim, çîye xeberit?
aramit birdim!
wenewş:
řołekem, kełkełey menîc le serit
derbike!...
birzû:
- mirdim!
bê guman menîcî nazdar mirduwe?
wenewş:
ne’ mawe, çi manê? mêrdî kirduwe;
bo mał û jin be jin bawkî çirûkî
le dêyekî dûr
le bendî pîrêkî tund kird be bûkî,
jaka gułî sûr
wa êsta kewtuwe leser nwênî xem
firmêsk ebarênê: key kem êste kem!
le heman cêga, lepaş hefteyek, leser giłkoy birzû
korsî kuřan:
lêreda diłdarêk enwê kiş û mat
newciwanêk bû;
nerîtî bed neyhêşt biga be awat
yarî le kîs çû!
yekem car lêreda bestibûy peyman
her lêreyş xoy pê kuşt derdî bê derman!
leser giłkokey teniştî ew
korsî kiçan:
emeye qîblegay tewafî kiçan:
giłkoy menîc cwan
bo dostî cwanemerg wefay xoy nwan
ewîş xoy xinkan
xoy kirde qoçî ’eşq, qoçî serbestî
piçřanî zincîrî koneperistî!
le heman cêga
herdû kors [be têkełî]:
bên kiçan, bên kuřan, peyman bibestîn:
bo hêzî zordarî mil keç newestîn;
şehîdanî ’eşq
bikeyn be sermeşq
diłdarîy řast û pak amanciman bê gişt
yan bijîyn serfiraz, yan biçîn be kuşt!