hawar bo jinan

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  789 Dîtin
biray hawziman, to nazanî kêm?
sa her kesê hem gwê řagre lêm
erçî namnasî to biray çak be
derheq be afret tewaw diłpak be
afret şerîkî xêzanî toye
afret xemxorî mîwanî toye
hawřêy jêr lêfe û hawřêy naw małn
şerîkî mał û şerîk minałn
er to xirab bî her katê lêy dey
yaxo cinêwî naḧeqî pêdey
ew her mecbûre û her le penate
beẍeyr ez giryan çî desełate?
zor zor lêt zîz bê biřwa le wiłat
lepaş dû sê řoj dêtewe bo lat
bo sê jin dênî bo ser cêgey ew?
ew bo şû nake be we’dey yek şew?
me’lûm pyawê tir biçête pałî
dem biba bo lay řûmet û xałî
ew êş û daxe le cergî toye
bo cergî ewîş herwa be soye
ke ew deng naka wazî lê bêne
leser xořayî diłî meşkêne
ew kuře çake û ew kiçe cwane
to lêt me’lûm bê hîn herdûtane
nexoş bikewî ew boy nexoşe
xwa nexwast biřê ew boy peroşe
her wek xizmetkar xizmetkarte
le ’ebid zyatir berde barte
herçî to biłêyt ew her wa eka
beşwên emirta xêra řa eka
bêbeşî meke le řabwardin
ba wek yek bijîn ta řojî mirdin