pênc xiştekîyekî qani’ leser şî’rî muftî pênciwênî

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  562 Dîtin
min xułamî ew kesem îşî hemû merdane bê
wek gułî meclîs be çeşnî nergis û řêḧane bê
bête ser bazařî nûsîn gifit û goy pyawane bê
’eybe şa’ir lem zemane yarî ziłf û şane bê
ya sipasî qamet û gułzarî řûy canane bê
bîr û hoşî şu’le derbê her wekû nûrî qemer
hozî hestênê le ew ladê leser řêgey xeter
deste ejno dabnîşê dił piřî şîn û çemer
herkesî lamî edîbî û şa’rî bênête ser
ḧeyfe eş’arî xerafî ya qisey efsane bê
bo edîban ’are tirsî bend û kot û dar û gîr
her ebê amade bê daym lebo zincîr û şêr
’eybe basî qewsî ebro û çawî mest birjangî tîr
şa’rê bê key be kurdî, yafî xawen hoş û bîr
çon ebê huşyar û zana honerî lerzane bê
kakî şa’ir bo jyanit bêre bezmî hat û çû
têbkoşe beşkû bêyte řîzî xelqî zûbezû
labe nefis û arezû derbêne bo xot abřû
her edîbê xoy leser xał û xet û egrîce bû
min leḧeq dawa ekem xwa bîbřê ba her nebê
namewê ’eybî zeman derxem le kem her ta be zor
her biłêm em sûr û cwane, ew sipî, ew şîn û bor
her witûme û her ełêm fikirî diłî piř şewq û şor
tif le çawî xo pesend û xojîyn û miftexor
naḧezî xizim û birayî û nokerî bêgane bê
qet nełêy daxî giranim ḧałî gencîm çû ledes
taze pîr û daweşawim nageme hawşanî kes
’eybe bo xot ḧuř nebî xot key be teyrî naw qefes
pyaw kesêke bo jyan û cîfe ta axir nefes
nokerî şêx û xułamî beg ler û aẍa nebê
pyaw ebê qet koł neda hergîz leser hewł û telaş
qani’ û řazî be beş bê, çekmeyî yaxo kiłaş
çende xoşe jînî hořî des bekar û dem heraş
’îzzetî nefsî weha berz û qewî bê bo me’aş
çaweřwanî baxeł û destî wezîr û şa nebê
nanî merdane bixo îqrar ekem ḧatem ke toy
bo hewante têmekoşe, ew zemane hat û řoy
labe tê hełde birakem nanî minnet qet nexoy
xoşewîstî xwaye herkes qaç û şawin destî xoy
tûşî zeḧmet kat û la kes milkeç û řîswa nebê
deste deste dên le dûy, her wikû manga be keł
her wekû bo paşe xonî gurg eçin řêwî û çeqeł
pan be pan kurdî ełêm xałî le gişt řemz û meteł
min le ḧeq dawa ekem bimrê, nejî pyawî temeł
ger wekû hawřê be kar û zîrek û aza nebê
’adetî dinya wehaye her le ’esrî adema
pyawî dana gêj exwa daym le gêjî matema
qet nebû ’aqił bijî řojê bedił lem ’alema
têgeyîştû her enałênê le jêr barî xema
bê meraqî bo kesêke serserî û dêwane bê
qani’aNasnava edebî lem ’esreda herçî ełêy basî sere
sed hezar şa’ir leto çaktir le gîtî nokere
beynî beynełła kelamî miftîKes şehd û şekkere
miftîKes herçend to ke honer nît û nawit honere
tawekû mirdin jyanit jînî însanane bê