giftugoy dû bulbul

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  604 Dîtin
carê bulbulê serbest û azad
esûřayewe zor be xatir şad
lem dar bo ew dar, lem çił bo ew çił
lem bax bo ew bax, lem guł bo e guł
mangê le kwêstan, mangê le germyan
řojê le dêhat, řojê le şaran
řojê řêy kewte dałanî małê
xawen desełat ḧał û eḧwałê
nwarî qefesêk le zêř kirawe
le goşey dałan heł’awsirawe
bulbulê tyaye exwênê begerm
têy eçrîkênê be bangê bê şerim
qapê piř dane û qapê piř awe
le naw qefesda boy danrawe
bulbulî azad witî ey bulbul
le min xirabtir ’aşiq be řûy guł
cêm bikerewe bimbe jûrî xot
lew dan û awe ke ئەێهێنن bot
bexêwim bike ba dirawsêt bim
her wek xizmetkar xakî ber pêt bim
bulbulî gîraw witî be serbest
le şêt xiraptir be xořayî mest
meger nazanî eme zîndane
em dan û awe giştî sindane?
ew goranîye ke min eyxiwênim
şîn û giryane xom elawênim
jyanî gîrawî wek jarî mare
key esaçênê her kes wişyare
be zigî birsî le çiley zistan
serbest bigeřêm kwêstan be kwêstan
xoştire le naw qefesî ałtûn
leser textî şa be zarî û zebûn
em dan û awe be mîratim bê
çûn hîwam nîye qet necatim bê