xot be gewre megre

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  452 Dîtin
kwêxayek nanî bo řenicberê bird
zor zor be sûkî temaşay ekird
řenicber pêy zanî witî aẍay xom
to wa ezanî aferîdey tom?
min parem ewê, to zorit ewê
fîzî çî ekey hey kostit kewê?
to legeł minda serf ekey pare
min řoḧ serf ekem subiḧ û êware
eger wekû min bêł eweşênî
ewsa ezanî çon da’emênî
min nan û bergî to peya ekem
’umrî ’ezîzî xom be ba edem
min bexořayî qet naxom nanit
tenha nîw se’at nabme mîwanit
min zor û to zeř edeyn be yektir
herdû memnûn bîn yek le yek çatir
gewherî ’ereq eřjênme zewî
betał naxewm mil bikem qewî
yekê nebexşê be yekê berat
hîç ḧeqî nîye fîzî leser kat
eger hat kirdî ewe kerîye
le kerî bedtir derdî serîye