peroşî dił

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  578 Dîtin
minî bulbul eger gwêy dił le nałem tawê xałî bê
xuda bextim le ew bedtir gîrodey tirş û tałî bê
le wesfî egrîcey xawit eger şê’rê be diłma bê
le te’sîrî řeşî zułifit ebê dił her zuxałî bê
nebû carê lelama dabnîşî des le mil yek keyn
meger daxt legeł cergim řefêqî miłk û małî bê
min û to sêber û xorîn ke to hatî ebê bimirim
ezanî qa’dey ’işqe kesê lem babe ḧałî bê
hemû zexmî beden kûçey der û dîw çon nebê yaran?
kesê pêkirawî peykanî kemanî pûrî załî bê
dîwarî meḧbesim şerq û cinûb û ẍerb û şîmale
beçîaٕbiraErebî ebê mucirim xetabarî minałî bê?
ewende neqşî lêwî to le cerg û diłmeda cêy girt
ebê xakî mezarîşim lebatî sûr ałî bê
be çawgêřan û dûzwanî le qani’Nasnava edebî qet nedey te’ne
beyanî xem be çaw û dem ebê her kwêr û lałî bê