pyałey mey ke dewware

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  477 Dîtin
xwa dulber ke bê řeḧme leberçî qehrî bisyare
diłim wek teyrî bê bałe bedes tifło giriftare
xemî dewrey weha dawim nîye řêgey fîrarim qet
le her seḧrayê danîşim xeyałim çeşnî dîware
řeqîb daxî derûnit bê ke nałey piř le derdim bû
nexoşî xiste řûy dinya ełên çawanî bîmare
be germî lerzutê ’alem esûtênim beyekcarî
le dax em bexte nûstûme ke bextî xelq huşyare
le lêqewmanewe zanîm ke sergerdanî zor çake
binaẍey meclisî bezme pyałey mey ke dewware
zuxawî cerg û tarîkî derûnim řeş wekû zułfin
çi xoşbextim le her la bim řefêq û munsim yare!
leser meşqî biroy towe wesa şimşêrî řakêşa
le cergî min dira boye le gułî cewherî dyare
xelayq mat û ḧeyrane be nefxey sa’qey dûrît
welê qani’Nasnava edebî be awî lêwî toye zîndû û huşyare