yekê bo wer’ û sîwake

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  438 Dîtin
’ecayb şukirî ḧeq nakey leber em nî’mete çake
were seyr û temaşake ke çawit çende řûnake
dyansazê beçen lîre dyanit bo dirust kato
ełêy řeḧmet le babî bê des û karî gelê pake
eger kwêr bê be sed lîre ḧekîmê çakî nakato
be bexşiş ya bizane xwa xwayî bêkes û take
hemû en’amî pêdawîn heta şukirî becê bênîn
eger meylit be qilyane û eger meylit be tiryake
dirustî kirdiwe darê lebo espabî dinya û dîn
yekê ney bo sefa û bezim û yekê bo wer’ û sîwake
lelay edna pyawî xwa çi newşîrwan, çi gawanî
lelay ḧeq em hemû dinya beqed yek zeřře xaşake
ke to wa wa’zî qani’Nasnava edebî lebo xot boçî bo dinya
diłit piř ah û nałîne, dû çawit sûr û nimnake?