le ahî min ḧezer ke

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  577 Dîtin
serî konem xerîkî taze derde
surişkim germ û ahim xeylê serde
biḧimd alilhErebî tenasub hes le beyna
le xem taqim le ḧusna yar ferde
wekû qews û qezeḧ hełdên le wesła
lebî ał û lebim piř bar û zerde
’eceb mawin ke dûsed pêko nabin
keçî bałay wekû guł qelbî berde
wekû ḧatem le bexşişda be e’da
leber çî wa lebextî ême řijde
witim ey guł le ahî min ḧezer ke
witî ’enqa çi xofî hes le cerde
le deştî ’îşqibazî yar, qani’Nasnava edebî
’eceb şîrîn swarêkî neberde