xizmetkarî xirap

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  555 Dîtin
sałê kabrayek kirdî bêsanê
le gwê çemêka le zîxełanê
bêsan ca hełkewt kałekî gewre
bêsanî weha nebû lew dewre
barê kałekî bird bo aẍay dê
bełkû xełatî çakî bidatê
aẍa dê pyawê qapî wanî bû
le seg xiraptir pasewanî bû
yexey kabray girt witî řê nîye
aẍa nûstuwe xeyałit çîye
kabra be umêd negeřayewe
ker be barewe esûřayewe
qapîwan witî be kabray feqîr
le řyê xuda da bot ekem tekbîr
sened binûse xełat û berat
aẍa herçî da nîwey be min gat
kabra na’îlac senedî nûsî
îtir qapîwan hîç lêy nepirsî
çwe lay aẍa kałekî dana
şêwey biçûkî çak be cê hêna
aẍa desî bird çwar dînar pare
beratî fermû bo ew bêçare
kabra ’erzî kird namewê qurban
em çwar dînare ekem be sinnan
heta de dînar aẍa her boy çû
feqîr her neywîst, aẍa tûře bû
kabra ’erzî kird boye hatme lat
sed şeqim ewê lebatî berat
aẍa emrî kird werin têy hełden
be hîç kilûcê řeḧmî pê meken
pencayan lêda zor çak be hewes
ser pencawyeke feqîr witî bes
ew pencakey tir lebo qapî wan
senedman dawe le beynî xoman
aẍa temaşay senedekey kird
qapî wanî girt zû be dest û bird
pencay tê hełda lebatî ḧeq xoy
pencay zyadey ḧewałey kird boy
lepaş sed şeqe lewê derkira
qapîwanê tir lecêy danra
feqîr û hejar hemû řizgar bû
xawen kałekîş bexoşî derçû
her xizmetkare îşî wa eka
abřûy sed sałey aẍay xoy eba
lazme leser aẍay saḧêb mał
xoy temaşa ka le ḧał û eḧwał
newa sêsedî miłkî aẍa bê
le nîwey sała bo nan dama bê