tepłî şadmanî
Li pirtûka:
            Baxçey Kurdistan
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1747 Dîtin
        
        
    ba binûsim şê’rî kurdî takû xełqî têbgat
şê’rî kurd şîrîntire ta şekir û hengiwên û nebat
min behîwa bûm ke tepłî şadmanîm lê biden
çende me’îwsim le ḧałî xom ke boç dengî nehat?
awřî dewrim edem herkes bederdê mubtelas
yek le birsa har û hac û yek le tirsa zîz û mat
çûnke wa tarîke komeł ta ebed ser nakewn
dewłemend gwê şil neka bo nałe û feryadî lat
to ledunyada necatî çwarkesî wek min nedey
pêm biłê řojî qyamet çîte esbabî necat?
to pizîşkî ḧałzan û min nexoş û derdedar
çake însafit bibê katê ke xom xiste penat
qani’aNasnava edebî ger to beřastî xizmetî hozit ekey
çaweřwanî qet nekey bo bexşiş û mûçe û berat