supasî xwa

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  671 Dîtin
ey xalqî semawat sułtanî řebî erbab
bê îḧtyacî wesfî to mustiẍnî le elqab
ger meylit bê be’asî, firdewsî pê ebexşî
yaxwa îrade fermûy dozex edey be esbab
bê qîmet û behaye eltaf û ni’metanit
le qebzî destî toye erwaḧî cem’î eḧzab
sułtanî beř û beḧrî bê keştî û teyare
dênîte der le berdî xarawe awî mîzab
taqî ekeytewe dił eywibî burdebarit
řuxset edey ke şeytan boy çête kuncî mîḧrab
bo kîmyay wesiłit le kuncî mêḧnet abad
sed wek nesîr û luqman bê neş’e bûn le sîmab
qani’Nasnava edebî be zwanî kurdî wesfî xway enûsî
ta kes nełêy bekurdî nekirawe wesfî wehab