qani’ û kêwî ełwend

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  749 Dîtin
pirsîm le ełwend ey berze demax
sergewrey kêwan xawen şax û dax
çî geyantî bem paye cwane
nawit meşhûrî hemû kêwane
cwabî damewe kêwî bała berz
kêwî řengawřeng guł be hezar terz
qani’Nasnava edebî erçî zor biłind bałam
temaşam ekey be ał û wałam
qełbezey awim sipî wek kafûr
baxçey laçebkim sewze û zerde û sûr
berkemeranim le jêr yasî zerd
beřezam pexşe le řûy taşî berd
qetarey şehîn řîzî biłałûk
çiřey darsanim gewre ta biçûk
bem şewketewe kewa dyarim
bo hemû kêwê wek xizmetkarim
ezanim boye berz û dyarim
dirawsê kêwî nizmî hejarim
dewr û piştekem zor nizim û çałn
le jêr pêy ’ama gelêk bê ḧałn
nizmî ewane minî berz kirdewe
minî bo hawşan keywan birdewe
min ke beboney ewan û dyarim
bo nizmî ewan zor bê qerarim
min hîç fîz nakem ke biłêm: xwa
cyay kirdûmewe betaqî tenya
ew lat û lûtke hawmał minin
pîs û çepeł û pest û çiłkinin
le kizî ewan min zor kiztirim
bo desgirtinyan da’im ḧazirim
paçêkyan lêden le cergî mine
bo peşêwîyan cergim kun kune
katê pêm ełên sergewrey kêwan
byanparêzim ledesî dêwan
ke ewan neman minîş namênim
hîçim bo nakirê xoyşim bixinkênim