derdî serî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  695 Dîtin
serim derdî serî tûş bû ke dwê řwanîym be dulberda
diłim sehwî giranî kird kexoy ber şîpî xencerda
be ’eqłî xom qyasî çawî ew şoxem be exter kird
be ’îşwe çawî berzo kird hezar cwênî be exter da
melay bê şur û bê zewqîş be ’ezmî pendî bo min hat
ke yarî dî le min bedtir diłî ber nûkî neşter da
witim bulbul be dînî xot gułit pê çake ya kułmî?
be bangî aşkira bulbul dûsed te’ney le şespeř da
su’alim kird ke boç çerxî felek wa şêt û şeydaye?
witî min tîrî birjangim le cergî burcî exzerda
be şimşêrî biroy cergî let û pet kirdim û fermûy
heta qewsî biroy min bê çe êşt hes le mînberda?
be çawî bê ẍerez kake temaşay şê’rî qani’Nasnava edebî ke
hemûy wek le’le têkeł bin legeł milwênkî gewherda