em qeřne

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  557 Dîtin
em qeřne ke wa xełqî ełên qeřnî jyane
dewrey huner û yekyetî û berzîy gelane
zanîn le biruzdaye, nezanîn le nemane
goya be diro řojî sefa û seyrî cîhane
wełłahî dełêm řojî xem û derdî girane
biřwane yekê mestî mey û matî xumare
hêndêkîş ełêy xîłqetekey mêçî qumare
hêndê be qezagêřî serî fils û dînare
hêndê be řezałet le hemû gîtî dyare
hêndêkîş ełêy cokerî dewranî zemane
seyrî ke yekê meylî leser gayînî nêre
yek yek be piřupîrejnî bêkese fêre
yek birsî û damawe, yekê poşte û têre
yek dewłemenî gûnekerî bê dił û xêre
em camî’e sed řenge dełêy kanîy jinane
ustadî edeb xoy be ebed mestî şerabe
bo poker û bo dans, dił û cergî kebabe
bo hûşe û fîşał ’eceb ’alî cenabe
şêx û beg û mîran û mela pakî xirabe
dek destî ẍezeb hełgirê em dewr û dûkane
kuř babî desûtênê lebo take qeranê
babîş kuřî xoy ser ebřê bo lete nanê
aẍa wekû şêre lebo tałanî şwanê
zana be dûsed ḧîle efewtênê nezanê
hey xot wekû xot çerxî sitemkarî zemane
ew cê ke be qanûnî edeb şwênî pyawe
cêgey huner û felsefe û ’îlmî tewawe
biřwane çilon êste weha zengî ziřawe
meyxaneyî mexsûse le her cêye kirawe
lew cêge çi herzane şeref, bîre girane