yek dwandinî wirya û xencer kuřî qani’

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  462 Dîtin
ey kuř newey kêy? newey şêranim
to le kam hozî? hozî kurdanim
bo řengit zerde? derdim girane
derdeket çîye? kizî kurdane
ca bo çî kizin? çûnkû cêmawîn
cêmanêkî çon? tewaw fewtawîn
nexoşîneket? cehil û nîfaqe
dermanî derdit? her întîfaqe
pişt û komekit? ’îlim û zanîne
qeła û qełaçet? sîdiq û yeqîne
sêberî serit? dîwarî mekteb
tûşey ẍerîbît? exlaq û edeb
çî ferze bo to? xizmetî hozim
gyanit bo çîye? bo fîday kozim
serit bo çîye? bo go, goy meydan
çawit boçye? bo seyrî kurdan