min û fils

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  991 Dîtin
ey fils wełła le dak û bab û bapîr çatrî
to le dûsed xizim û xwêş û desgîr çatrî
hey be qurbanî ziřet bim řojî sewda û mamełe
to le şêr û xencer û biřnew gelê azatrî
wabzanim bê edeb nabim eger emřo biłêym
to le luqmanKes û erestûKes ’alim û danatrî
min beçawî xom ebînim kemtyarit kird be şêr
beynî beynełła le xwace û feylesûf wiryatrî
çen zebellaḧ û quřimsax û teřaḧit kird be pyaw
ca kewabû to le xwêndin çatir û bałatrî
kilkî ker berz keytewe eykey be pêşengî qetar
aferîn bo to fils bêşk le min danatrî
***
weramî fiłs
qani’aNasnava edebî gişt kes ezanê to gijołe û serkizî
to le gişt kes bê filûs û bê des û řiswatrî
kake ane û mame dirhem komekim ken bême lat
to le cem cemtir ledara bê xem û daratrî
êstekanê çon cenabî min le to dûrim tewaw
to le řêwî geř xirabtir lat û bê ’inwatrî
xwanexwase def’eyê neqşim bibînî to be xew
ca ezanim çon le gişt kes har û bê me’na tirî