şî’rî bê nuxte

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1317 Dîtin
kake selamim le haw diłdarim
le mam û kes û gewre û serdarim
le dway silsiley do’a û selamim
hawdił gwêgre ha le kelamim
alḧimd lilhErebî wa aw hełkira
mawey derdî dił emřoke dira
su’al ger ekey le miłk û małim
leser merame ḧał û eḧwałim
lawî diłgermim sadey were lam
serkewe kem kem řû le řûy meram
eger le mamî larim sam ekey
hełse heřake le meram egey
em her ’edwî řoḧ girwî îslame
her le diroda serdarî ’ame
kake aweke merhemî derde
merhemî lawî dił siř û serde
herkes leher la wiřû sersame
řaka em awe deway merame
ẍezelî serewe lekatêka nûsrawe ke qani’ awî hełkirduwe le aşekey çûnkû le katêka řoyştuwe hełgirê bo aşekey yekê le biraderekanî legełya buwe. qani’ witûye a lêrewe binawan hełgirim ew awe deçête ser aşeke, biraderekey witûye lem cêgawe ew awe aşeke nagrêtewe, girewyan kirduwe le ser diłxiwaz le paşan qani’ ke awekey birdiwete ser aşeke bem şê’re bê nuxtane de’wî biraderekey kirdiwe hetakû bêt û beçawî xoy bîbînêt. qani’ mamêkî buwe ke qînî buwe le qani’ û biraderekeşî.