witey xeyałî qani’ legeł dar tu
Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
5 Xulek
1153 Dîtin
řojî le teqdîr padşay ẍeffar
řeḧman û řeḧîm sebûr û sitar
day le demaxim heway kwêstanan
serbendî nesîm řawgey ceyranan
tifengê lekar şeş xanî qedîm
qayş le qełtax tenke teła û sîm
xan be taq û cût pêç û lûl ta ser
kuleke û derman, ben û ben kemer
kêş û direm çak kewan be quwet
deng û ne’re berz çexmax be ḧuccet
tireqey dû řû gulley firawan
lîpe û qeřewł řas, řêk, řewan
kirdime şanim witim ya řezzaq
řûm kird le seḧra betenha û taq
nagah le teqdîr waḧdulliqehar
řêm kewte sexsê jêr sayey yek dar
dar xeylê pîr bê piřj û bê bał
pel û po werîw be wêney ’ewdał
qilor û pwaw bê berg û bê řeng
bê geła û bê şewq, wêney texte seng
tewekkuł hełwerî û řizaw û pwaw
kirme řêz û wişk e’zay saq nemaw
pêm naye ber pê selamêkim kird
destî îxlasîm bo ser mîne bird
***
pirsîm ey dirext şehenşay daran
ya taxî mîran cergey nawdaran
dur bê le ḧałit xeylê peşêwî
derdî pîrye ya zedey dêwî
kwa zerg û nîşat herde caranit?
kwa hajey şa leq ser dyaranit?
kwa ḧerîrî zerd fesłî xezanit?
kwa berge řêzan geła řêzanit?
ne nîşaney to ne sêf ne hermê
le lat nemawe ne zor ne kemê
eger hełûjey, eger çinarî
eger binaweç, ger mazû darî
ya sipî çinar berzî temaşay?
yaxo abnûs textî padşay
yaxo dar cewher piř le cewherî?
yaxo ḧeyzeran destî ’eskerî?
řastim pê bêje bê derdî serî
bê semer bûyî ya hî semerî?
***
besed nałe û derd dar hate weram
witî ey qani’ derûn piř le zam
êste wa řengim pejî ’ewdałe
meşûr bûm be tûy «meḧmûy serewałe»
emin des nemam leylî ’amrîm
yadgarî dewrey mûsa û samrîm
xełfe dirextî ’esrî şedadim
pêwen kirawî řencî ferhadKesm
aw xor bûm le cam ’işqekey mecnûnKes
çen qeřnim dîwe le řûy dehrî dûn
min her ew newřes ew newnemamim
pesendîdey zał ewladî samim
xeramanî çîn şîrînî ermen
leylî ’amrî ziłêxay yemen
her sałê sed car hatin bo lay min
pałyan da wepał bêx û bałay min
ta min bûm çinar bałay le kwê bû?
ta min bûm law law her řence řo bû
emma sed ḧesret sed ax û sed řo
sed dax û sed derd sed êşî piř so
pîrî hat bezmî şadî betał kird
fereḧ û ’eyşî şîrînî tał kird
êste kwa neş’ew kwa saye û bergim?
xeylê întizar azarî mergim
’umir be pîrî namewê sed car
hana ha xalq tobe û îstîẍfar
min hat le batî daney şeker bar
bûm be xorakî mel û mûr û mar
mirdinim ferze zîndegîm nawê
boçî bimênim le dinya tawê?
***
witim ey dirext be ’işqî ḧeyder
be ziřey şimşêr qełakey xeyber
be ne’rey emîr ’imir bin xitabErebî
be sîdqî derûn tayfey esḧab
be qetłî naḧeq ḧiseynî mezłûm
be piřûzey cerg fatmey mezłûm
be ḧełqey tehlîl «awlya alilhErebî»
be qendîl nûr goşey «bît alilhErebî»
be tacî ’îzzet xetim «xitim almirsilînErebî»
be birqey şimşêr şehîdanî dîn
be yahû yahûy ’abdanî çoł
ełła dost kêşan şax nefîl be koł
bom beyan bike tewaw giftugo
kêt dîwe be çaw lem dinya bê po?
***
witî ey qani’ kone dołaşî
toş lebedbextî bo mirdin başî
hîç diro nakem bê laf û gezaf
mayl bûn be min emîranî caf
keyqubadKes û załKes, řostemKes û ermen
bořzû û cîhanbexiş, padşay xuten
tûs û fiłamerz, zûḧak û dara
qubad qubad gel, bełx û buxara
fir’ewn û nemrûd, şedad û haman
zerdeşt wicemşîd, gîw û newşîrwan
qabił û habił, zûlkefił û eyûb
musa û zikirya, yusif û ye’qûb
«şicir altubaErebî»xełfî berînim
«ma’tihuraErebî» daney şîrînim
sewłî guł awan lelam bê zînet
seru û yasemen piř derd û mîḧnet
beşew koşkey merîwanî bûm
be řoj guzergay zułf qetranî bûm
fiřey feqyaney herzekarim dî
laçenax û goy şede larim dî
memanî lîmo û sîney safim dî
’er’er qametan ’êlî cafim dî
taqî kiławiz, lûtewanem dî
perçem wetêkeł zułfewanem dî
çîxî esmer pêç nelêmwarim dî
purg le sîber şadewarim dî
pence wek şimşał neqşî nûrim dî
qed û qamet xoş zerd û sûrim dî
kewşî ’erusî pajne darim dî
taçî nerim û şil lence û larim dî
ejno wek qaqim ser dûkanim dî
tund û nejakaw şilkey řanim dî
kelekey teyar tesk û tengim dî
lîbasî guł guł řengawřengim dî
sîne wek bilûr gerden mînay teř
wirşe û pirşey kułim bewêney şespeř
çaw piř le ẍemze û gelawêjim dî
egrîcey çîn çîn kurt û dirêjim dî
çen dîlekanê hełxira le min
textebenanî cûte şořejin
mîr û mîr ałay merwanim dî
emin xinkanin ḧesen xanim dî
hate serukar pirdekey gařan
şehenşay îqlîm aman alilh xanKes
ya taxî sêber bałay berzim bû
’aşiq be tełay hezar terzim bû
xişey sifrey zil qehqehey qilyan
çirke û çirpey baz ziřey îstîkan
çen kujyawim dî laş webanî laş
çende şêxim dî lenaw dêy dołaş
qani’Nasnava edebî ba bes bê qise be bê sûd
řazî be be emir padşay me’bûd