kotir û řawçî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1202 Dîtin
řojê derwêş ewřeḧman
saçme zenî kirde şan
kulekey beste kemer
bo řaw le dê hate der
saçme zenî girte mişt
dûsê nanî beste pişt
tawê ser şan, tawê şîw
tawê çałayî nedîw
tawê le deşt tawê duł
esûřawe çoł be çoł
řwanî darî berî cwan
sewz û geş û geła pan
bała berz û bin qewî
bûbû be çetrî zewî
katîş katî hawîne
xoretaw zor betîne
řawçî bedbext û ẍeddar
layda bo sêberî dar
danîşt wenewz eybirdo
kîsey le piştên kirdo
sebîlê la şikaw
bebnêşt pîne kiraw
sebîlî bada tewaw
derî hêna estê û taw
wîstî ke daygirsênê
arezûy pê bişkênê
katê estêy da leberd
kotrêkî denûk zerd
kewte xwêndin leser dar
herwek bułbułî behar
legeł bêçûlekanî
demyan kird be goranî
bedengêkî nerim û noł
hemû pêkewe be moł
eyanut bijî wiłat
gişt kes biga be awat
kotir eyut be bêçû
dubarey ekird zû zû
biřwanin bo em dare
çemeł bendî nazdare
řołe yaxwa gişt wiłat
dûrbê le zułim û afat
ewřeḧmanî xwa girtû
gwêy le dengî kotir bû
bê însafî mil qewî
sebîlî naye zewî
besûk newî le tifeng
miştî lêgirt bebê deng
řeḧmî nekird be bêçûy
taze le hêlke derçûy
tifengî hêna serpê
teqanî û kuştî le cê
saçme ajîn bû le dar
kotrî pêkiraw kewte xwar
be zimanî ḧał hate ziman
witî řawçî bê îman
boçî watkird be ḧałim?
boçî şikanit bałim?
boçî le bêçût biřîm?
boçî cergit hełdiřîm?
boçî le gyanî şîrîn
bê beşt kirdim le jîn?
wek to jînit laxoşe
dił minîş boy peroşe
ewa xom hîç bêçuwekan
bê xom çî biken bo jyan?
le ’umra zor minałn
hêşta bê peř û bałn
çon bijîn? çon bimênin?
le dewrî kê bixiwênin?
ey kafrey bê îman
çîbken bêkes le hêlan?
eşê çî bê goştî min
wa lêm bûyî be dujmin
goştî min de misqałe
ewîş zor turit û tałe
ew gulleye teqanit
bedił mina çeqanit
eger bitdaye be goşt
goştî zortir ekird bot
ey xwênmijî hejarxor
ey milhuřî xawen zor
eger řast ekey pyawî
ya wek manga nezawî
hełço le xot berew jûr
bikuje nizîk ta le dûr
erna lexot berew xwar
hey bê ḧeyay şermesar
ewe kam dîn? kam ayîn?
beto ełêy aferîyn
bo her kesê ke kese
yek tîrî tane bese
eger xawen ḧeya bî
le dinya takû mabî
naçî be gij hejara
tifeng naxey bedara