çonyetî eḧwałim

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  514 Dîtin
be naw meşhûrî afaqim keçî her ah û nałînme
wekû pyawî bira mirdû le birsa zarî û şînme
demê xem bo kewa kone û demê bo nanî coyînme
umêd û waristey jînim gedayî û mirdu şorînme
kutek do’a eka bo nan û xoyşim «řebî amîn»me
xwa diłsozekem bigrê ke neyhêşt îşê bo xom kem
ke neyhêşt xom be dartaş û xeřat û pîneçî û dom kem
weya piştim lejêr barî giranî xełqeda kom kem
behêzî kasbî kelley řeqî xełqî wekû mom kem
ebê taze be çî bim min ke we’dey merg û yasînme
heta ew řoje řojî bû emin swał û gedayîm kird
bedił nefret le kesbî ’alî û îşî filayîm kird
le řêyan wa tirazanim ke her meylî melayîm kird
newek xełqî besûk bîgirim tewawî xom fîdayî kird
keçî êste her awatî kulêre û çêştî nîskênme
le payîzda diroy zil zil heta nanê bedes bênim
be zistana ebê qur’an le baweş nêm û bîxwênim
beşew wek diz le bazařa ke bełkû we’de bistênim
besed fêł û řya filsê le dûkan darê derbênim
de kirmoł bim ke çon îşî weha řeftar û ayînme
lepaş çen sałê şar û şar ezanim cahil û dûnim
bexom zor çak efamênim beşêtî çeşnî mecnûnim
lebê ’eqłî lelam waye firîdî řibî’î miskunim
gedayîm waye bo nanê beqed sed lîre memnûnim
deşînim bo bike kurde ke êste nobetî şînme
dewa’iz dek xecałet bî kewa em ’alemet fewtan
leber nef’î xisûsî xot seraser ’alemit xinkan
eger qani’Nasnava edebî desî biřwa beserta ser zilî mil pan
ebê řîşt lebin bibřê û bibîte ’îbretî dewran
’edawit min legeł toda řiqî sałanî pêşînme