kurde to dînit wek carî caran

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  708 Dîtin
kurde to dînit wek carî caran
dem ke qorye sûr subiḧ û êwaran
pêt xoşe gîzey semawer şewan
geřek be geřek biřwa ta keywan
her çayît bê gwê mede be nan
kesbî salêkit çwar pênc dînare
ya kiryê cûte ya parey dare
ya ’emeley herd ya hî naw şare
dexîle mełê çarim naçare
meyde be şekir şêtî mał wêran
kurde kuřeket ke bê kewaye
jineket řûte û ełêy de’baye
gewřeket çołe û bê ga û mangaye
swênit bo exom ke xetay çaye
dek agirt tê çê ser ta bedaman
şeq le nan û berg hełde le pêław
xwa neyjyenê mirîşkî kuław
ay çende xoşe dereling diřaw
bełam bew şerte dem bikey zerdaw
le xwam gereke bîkey be sindan
baw bapîrit pyawî xwa bûn
sed ewendey to xawen dezga bûn
daym xizmetkar destey geda bûn
boye wa serberz dîn û dinya bûn
nebû lemałyan qorî û şekirdan