wênekem

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  562 Dîtin
wênem be kam řû bixeme pêş çaw
leser ta bepê têkeł be zûxaw
wênem řûy kořî yaranî nîye
wêney bêzanîn ma nirxî çîye?
hêşta kurdistan bo cwan egeřê
nacwanî nawê be tûre teřê
ax bo zemanê neřwanin bo cwan
nenwařn bo cil neřwanin bo nan
her temaşay ken bo manay guftar
cwan û naşîrîn nehênne kar
biłêym çî kewa min naşîrînim
zerd û lawaz û dîde girînim
ba xom nemênim le řûy řozgaran
minîş çak ebim wek baqî yaran
çunke ’adetî kurdan wehaye
heta pyaw nemrê sûke le kaye
ca katê ke mird her ełêyn hey ax
ledesman derçû sed ax dû sed dax
zeman xerîke minîş ka be pyaw
le dinyay řoşin derimka tewaw
ewsa wek yaran minîş çak ebim
şa’rêkî berz fîday xak ebim
ey biraderan azad ken gerden
wa pêm nawete derwazey mirdin