min pêşmergem

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 3 Xulek  364 Dîtin
werin seyr ken dunyay bêwefa
her wek sînema xoy pîşan eda
bizanin dinya bo kes namênê
mêjû be piřtaw tołe esênê
weha bêzar bûyn ta kewtîne kêw
çend řoj le senger bê nan û bê şêw
destiman kirde mil çekî řizgarî
nemangirte dił pestî û bêzarî
yekê perdaxî xwên be destewe
be gurcugołî, nek be pestewe
tînîş be dîlî bimênêtewe
tołey kurdistan esênêtewe
xwênî şehîdan becya danrawe
legel mêjûda têkeł kirawe
ta berz bikirê be tay terazû
newek bixrête gořî arezû
ebê em xake baweş bihênê
ta kurd qurbanî tya biçênê
ebê pałpiştî partî pêşřew bê
kurdistanyane wêłî ziman bê
ba piştîwan bê pêşmergey pêşřew
xawen xebat û behêz û pitew
pêşmergey dilêr her be çekdarî
hełgirê namey berzî řizgarî
baweř qaym û diłsoz û dilêr
derçin le bêşe her wek neřeşêr
her kesê le kurd bibê be zuḧakKes
be zorî çekuş eçête jêr xak
qet tenya yek kes namênêtewe
bełam mîlletê ser nanêtewe
her řizgar debê em kurdistane
partîy xawenî naw û nîşane
lapeřey mêjû nûsî le defter
pêşřewî kurde pyawî xebatker
minîş dawmetê xwên legeł peyman
çunke pêşmergem le bo kurdistan
min fîdakarim bo nîştimanim
xom be milkeçî partî ezanim
her partî řaste bo em mîllete
ewey eyfiroşê encamî pete
min ke pêşmergem bo kurdistanim
çekî řizgarîm wa le ser şanim
peymanim dawe be partî û çekim
daynagirme xwar heta mîlletim
ała heł neka le şax û çya
sinûrekanî dyarî neka cya
xa’înekanî bida be dadga
leber çawî kurd gişt siza bida
înca heł bika ałay azadî
bangewaz bika bo kurdewarî
biłê ew řojey awatexwaz bû
ewa hate dî xêra zûbezû
têr temaşa kem em xake cwane
řizgarî buwe le dest bêgane
be dilêkî xoş xałî le xeyał
bigeřêmewe naw mał û mindał
eger mirdîşim cêgam beheşte
ledwam fatîḧa û xêr û řeḧmete
îtir xwaḧafîr hawnîştimanîyekan
hergîz koł neden qed le têkoşan
bimrê xa’în û kurdifroşekan
serberz û řizgar kurd û kurdistan