řîşekey pan û dirêje bo řya xizmet deka

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  9013 Dîtin
řîşekey pan û dirêje, bo řya xizmet deka
zahîre herkes be tûl û ’erzî řîşîda řya
guł be dem badî sebawe pêkenî, bulbul fiřî
ye’nî ’aşiq lazme dûr bê le yarî bêwefa
’aşiqî sun’î ḧeqim, qurbanî řengî qudretim:
çawî mawî, xałî şîn, kułmî sipî, zułfî sya
sergirane qafłe salarî řêy çîn û xeta
çunke barî ’enber û mîske le zulfeynî dû ta!
ḧełqe ḧełqe zułfî ser qubbey heyasey kewtuwe
meḧremî sîřře, bełê gencûrî gence ejdeha
sofîy mestûrî řût û muflîsî xiste teme’
seyrî xałî bêḧîsab û maçî le’lî bê beha
zahîr û batîn, leser lewḧî ḧeqîqet ya mecaz
aşnay sîřřî qełem bê, ẍeyrî nalîNasnava edebî kes nema