besyetî siza

şî’rêkî texmîs kiraw ke pênc nîwe dêřî «eḧmedî herdî»y şa’îrî tya bekar hatuwe
Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  281 Dîtin
çi tawanêk le estome û çî weha diłî řencanî
çîm kirduwe xwanexwaste wa xêra diłî yeşanî
ke dûdił bûyt le serdanim boçî weha bêwîjdanî
begirjî wa becêthêştim bew core be perêşanî
çi siřřêkit lenaw diłta ḧeşar dawe be penhanî
ke çawit çeşnî awêne weha bêperde dirkanî
min xom heł’ekêşa lelay xełkî hergîz weham ne’ezanî
min û to lenakaw weha asan bê giranî
to key wa bûy ke yekemî serapa wefadaranî
ezanim dił heye wek mis ke jeng dênê be asanî
diłî to zêřî têzabe le kwêwe jengî hełhanî
biřwaş nakem ke gişt dinya be xoy û bedkaranî
kar bikene diłî ême ey xoşewîstekey gyanî
min beşbeḧałî xom her wam heta dinyaş hebê fanî
xoł û tozîşim bimênê bo toye wêrdî zubanî
emane gerçî tênagem bełam pêwîste bîzanî
to be jyanim ezanim be dił û be gyan her latim
ewetey lêk dûr xirawîn ta le jîn û kat û satim
heta řizîn gyanî şîrînim her xoşewîstekey ewsatim