le dway dûrî

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  495 Dîtin
dûr bît beşt henaseye
henasey sext û taseye
tasey piř endêşe û so
yadkirdinewey piř tamezro
tamezroy yek bînînewe
sizay dûrî esřînewe
be awatî geřaneweyt
peroşît, çaweřêy ekeyt
katê ke degeřêytewe
lew dûrîyey dêytewe
egeyte cê bebê hewa
katê ser ekeyt be jûra
çi xoşe ke yekem bînîn
lepaş dûrî řaçłekîn
berew yek tekan be peroş
be gyan û bîr û dił û hoş
dest «pişt» û «mil» tund etenê
çaw pêłwekanî lêk enê
lêw yektirî le baweşî degirin
mijîn, wek aw leyek bibiřn
lenaw soza dił etezê
leş sist ebêt û elerzê
înca lemla û lewlay řûmet
leser yek maçî be lezzet
le têkřa řû, le mil, gerdin
legeł oxey têkeł ebin
bexêrhatnewey zor germ
legeł supas, witey nerim
ebne sazî hestî besoz
awazêkî xoş û pîroz
awazî ew geřanewe
xoşîy dûrîy biřanewe
awazî pêk şadbûnewe
be çaw û diłî řûnewe