etperistim

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  296 Dîtin
ey kotrî aştî, ey lence şîrîn
ey řezasûkî dem be pêkenîn
ey perîy cwanî awat û hîwam
ey gilênekem ey hêz û twanam
bo to sûtaw û cergim qirçawe
bo bînînêkit hoşim nemawe
boye hemîşe wam be dwatewe
aramim nîye û tas embatewe
çawit tê’ebiřim be diłî piř so
wek le cîhanda betenya her to
hebêt û hîç kes nebê le dinya
ke bîperistim yan dayî min ba
toş agadar nît ke çon sûtawim
çon letlet buwe cerg û henawim
nîme desełat le ewe zyatir
koyleyît bikem lemewla îtir
nawit wekû wêrd bête mebestim
le yezdan zyatir to biperistim