mał le xawenmał ḧerame

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 3 Xulek  352 Dîtin
pêşkeşe bew hevałaney ke le kurdistanî êranewe hatûn:
hevałanî xoşewîst û hawnîştimanîy beřêz
bîr û baweř pitewaney nebezaney baweř beřêz
be diłêkî piř le sozî zelîlî gelî kurdewe
pêtan ełêm serçaw hatin hevałanî şořiş’engîz
***
serçaw hatin newekanî qazî miḧemmedKes û simkoKes
řołekanî mehabadCih û şarî baneCih û kêwî belu
korpekanî kurdistanî dabeşkirawî beşxuraw
xebatkeranî kołneder dilêranî kon û emřo
***
împiryalîst bê çaw û řû geyanînye em encame
nîştimanî dagîr kirdîn, dabeş kirdîn bew merame
nokeranî leser wirg û nîştimanî ême bijîn
îstaş wekû pêşîn ełên «mał le xawenmał ḧerame»
***
be zebrî sunî û kuştin û zincîrî naw bendînxane
be hêzî aẍay gewreyan, be hêrşî diřindane
be lûley řeşaş û top û otomatîk û tifeng
kurdistanyan kirduwete binkey cengî bo bêgane
***
ta le twanayana hebê eyanewê û hîwayane
be zor û be pałepesto û be xełetan û efsane
mîlletî kurdî xebatker derpeřênin çonyan twanî
xakî pîrozî kurdistan biken be cêy cibexane
***
bełam gelî kurdî becerg be hajewhûjey napakan
dernapeřê, ew xeyałe sernagrê bo hîç kamyan
çunke gelî kurdî aza le xewî sistî hełsawe
dujminî wek napakanî çwardey temûze encamyan
***
çunke ewe leber çawe le konewe heta êsta
ke řewřewey mêjûy gelan eřwa û hîç katê newestawe
řewřewey netewey kurdîş nawestê û qet newestawe
her řojêk yet lepiř biłên eha netewey kurd hesta
***
ew sinûrey împiryalîst nexşey kêşa hîçî nema
ew qełayey ke le dijî aştî û azadî bû, řima
dujminekanî gelî kurd kujran, topîn, gişt řakêşran
êsta a ew kurdistaney ke nuqim bû le so û xema
***
yekî girtewe û pêy ewtirê kurdistanî meznî kurd
şadî û xoşî û bextyarî biławe bo dirişt û wird
be serbestîy gelî kurdî cefa têyda ejî bo xoy
eme berhemî eweye kewa le jyanî xoy burd
***
înca ey hevałanî gişt, piştîwanî êmey nesrew
a ew řoje lepêş çawe bo min û toy baweř pitew
ke madem hîç twafetman nebê min û toy kurdiperwer
herdû le pênawî kurda lêman tałe jyan û xew
***
eweşman baş lê dyarîye ke ew sinûrey kêşrawe
destikirdî destî napakî wîjdan nemaw û topawe
êmeş lew her çwar kerteda cyawazîman nîye wek yek
derûn û henawî giştiman bew awatewe sûtawe
***
kewate hîç diłgîr mebin êre bê yan şwênêkî tir
her nîştimanî hemuwane û kurdistanî kurdî nemir
betaybetî şadîy ême eweye be hatnî êwe
ke ew baweřey hemane zyatir ebê wekû agir