cûtyar

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  271 Dîtin
kakî cûtyarî hejarî bêdesełatî çewsawe
řenicit kêşa mawey jînit bebê kołdan le ewsawe
newek êsta, bełkû ewetey ke hey le jyana
yaxud etwanîn biłêyn ... ke serit le hêlke cûqawe
her kirdey to û birdey zordarî çepełe bê bezeyî
wîjdanî mirdûy pêy nałê, em hejare piřûkawe
eme werzêkî řebeqe be pêmeře û paç û gasin
hewł eda û hîlak ebê û xoy xistote lawe
tenya her hewłî gîrfan û berjewendîy cenabêtî
îtir heqî nîye eger mał û minałit sûtawe
zor azar û sizay wehat çeşt û xistitye hejarî
êstaş wirey ew çepokey ke aẍa be sertya dawe
bełam mijde bê emřoke norey jînî taze û nwête
ew zordarî û çewsanewe û bêgare qurset nemawe
emřo azad û serbestî, jîrdestey hîç mirovêk nît
waş bizane jînî tazet le temûzewe nûsrawe
çunke jînî koylayetî be jînî řastî najmêrê
hîç katê hîç kes be jînî řastî le pênûs nedawe
ewey pêwîst bê le serit bangî hemû cûtyaran ke
lem kate heleda kewa zordaranî tya tasawe
legeł kakî kirêkara to das û ew çekûş be dest
îspatî ken karkeranî kurdîş hîç kat newestawe
bełkû wekû çînekanî gelanî řûy em cîhane
bo řizgarî be hezaran qoçî qurbanîyan dawe