wekû min be

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  279 Dîtin
cwanî xwênşîrînî dem be pêkenîn
taqe awatekem, xunçey hîway baxî jîn
pirçî cwanî xurmayît û çawe kałeket
řeng befir û xwên, şêwe şîrîn, lêwe ałeket
dîlyan kirdûm, pekyan xistûm, hêz lêbřaw xom
heta emirim her çaweřêy řeḧim û lutfî tom
toş ke bûyte ew peykerey gişt hêz û hestim
biłê şîrîn heta mirdin to eperistim
heqî waye toş wekû min řû le wefa bît
eger tûşî hezareha derd û cefa bît