piř be dił

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  507 Dîtin
kurdistanî şîrînim
bîlbîlekey bînînim
awatî ta dwa tînim
takû leser zemînim
etperistim piř be dił
peristinêkî bekuł
toy gilêney çawanim
gyanim, řoḧî řewanim
ta kotayîy jyanim
qoçim bo to qurbanim
etperistim piř be dił
peristinêkî bekuł
hemû kurdêkî diłsoz
bexte leřêta be soz
ey nîştimanî pîroz
mełbendî taqaney hoz
etperistim piř be dił
peristinêkî bekuł
kurdistan serbazî tom
berew dujminit eřom
ger nexom le jînî xom
her bext û terxanî tom
etperistim piř be dił
peristinêkî bekuł