jyanî hejar

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  434 Dîtin
yezdan hîç kesê nexeyte ataç
her ke hejar bû naymênî řewac
lelay hemû kes řezay girane
hemû swênd exon be xwa û be mî’rac
ke ew mirove pyawêkî pîse
çunke nîyetî pare û text û tac
hîç qûtî nîye bo mał û minał
lecêy qezatme, her nanî ser sac
řoj ta êware kirêkarye
řaweşandinî xakenaz û paç
keçî êware řû ekate mał
pare beş naka û minał haruhac
xwardinyan nîye û cilyan diřawe
her çîyekyan heye eyxate heřac
lew core zore le naw komeła
xwa le jyanyan esênê wek bac