min fîdam

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  421 Dîtin
şerte takû dwahenase min fîdam
takû yek toz hêz bimênê le henawim
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
min fîdam .. min fîdam
min fîday em xake cwaney wetenim
befîday tozî xołî bê gişt tenim
jyanim nawê heta heqî nesênim
min fîdam .. min fîdam
mirdine lam ger îsti’marî bogen
pê bixate ser tozî xakî weten
eykujim yan namewê jînî be pen
min fîdam .. min fîdam
fîdakarîş ḧeyfe serdanewênê
muxabne ḧeqî gelê nesênê
ebê piř be dem biłê û binirkênê
min fîdam .. min fîdam
wa hemdîsan eyłêmewe min fîdam
eger lepênawî gela bî biram
kuştinim wek qoçî qurbanîye lam
min fîdam .. min fîdam