dwa xwaḧafîzî

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  666 Dîtin
wa becêtdêłim gyanekem azîz
eme dwacarme ełêm xwaḧafîz
çunke be naheq diłit şikandim
gişt xoşî, şadîyt le dest fiřandim
diłimit becarê piř kird le azar
lecêy pêkenîn her giryeme û zar
bełênit damê kewa herdûkman
ta mirdin yekman xoş bwê be gyan
keçî bo dwayî bêwefa derçûy
weham nezanî ke bêbełên bûy
wek xełûz diłimit řeş kird le singima
řoḧî bêçaret derkird le çingima
witit bimderê bo yadgarî
hełyan’egirim bewêney dyarî
dway ewe hemû endamekanim
lelay min neman ne řoḧ ne gyanim
hemûyanit kird be beşdarî xot
dest û pêm mabû beşyan bû be kot
keçî bebê ho hemût fiřê dan
le xwa netirsay bê dił û wîjdan?
her beşey zamê bû be hawbeşî
leşîş bêçare be bextî řeşî
wekû dêwane awarey herde
xoşîy nabînê hawełî derde
xway diłdaranîş xoy heqsitêne
baş agadare bem bigre û bêne
kewate eřom xwat legeł, ey gyan
axo çendey tir exeyte zîndan
bewêney minî hejarî kiłoł
le cyatî baxçe eyanxeyte çoł
îtir gyanekem bebê giftugo
lewe zyatir leserî meřo
emca xwaḧafîz cadûy bêpeyman
dwa xwaḧafîzit lê bê hemdîsan