cwabî sûrkêw «1»

wekîlî řastî surkêw: ’elî ’arf aẍa
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  217 Dîtin
nîşaney şe’nî kurde řef’et û berzîm be sed ’înwan
ke serberzî ekem ḧetta legeł eywanekey keywan
siruşkî ’eşq û meylî mîllete seylî beharanim
eřêjim dem be dem ’alem ebête zelzele û tofan
diřindey cehle bîlla cergî kurdî kirduwe let let
enîsî qelbî min bo ḧałî êwe coşşe û giryan
be le’lî tê’egen weqtî sefer berq û birîqey befir
beyadî sîr’etî fewcî felek nazil ebin boyan
leser «řoşozCih» û «elpCih» û «pîrneCih» fazłitirim teḧqîq
be terfî’î qedîmî cedî êwe bûm be şahîdan
ke qewmî kurd geyşte wezi’ û cah û řef’etêkî tam
let û kun ken leşim, ḧellî biken amal û muşkîltan
meqamî ẍîrete bomin ke bişkênin hemû e’zam
muzeyyen ken hemû cestem be otêl û be baẍistan
lepênawî tereqîda bixinkênin be sed nîllet
diz û cerde û weḧşyanim dûn û e’layan
xwa sa tacî em cahem leser nêy ta le ’alemda
besetwet bełke biçme řîzî şaxî pîrene û lubnanCih
heta ’alem besed ḧîret ke ’uşretgahî min bînin
leherlawe bikem îḧrazî techîzat lebo seyran
leḧałî ḧazra cehdê biken cerdey cehil derken
heta bo esłî atî ḧel biken amał û muşkîltan